May 21, 2018 11:34 Asia/Tehran
  • Hîsîrekî filsitînî li girtîgehên Rêjîma Siyonîst şehîd bû

Hîsîrekî filsitînî li pey işkenceyê li zîndanên Rêjîma Siyonîst şehîd bû.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Ezîz Evîsat hîsîrê filsitînî yê ji Qudsa dagirbûyî ku ketibû ber işkenceya hêzên siyonîst li Zindana îşelê (Eichel), Yekşemiyê bi şev li nexweşxaneya siyonîstan a Esaf Hêroyê (Asaf Heroyeh) şehîd bû.

Hema bêje tevahiya organên leşê Evîsat bêtevger mabûnê û li pişka balêdariyên taybet ên Nexweşxaneya Asaf Hêroyê di bin bêhnkişandina çêkirî da bû.

Li gorî hejmara fermî, derdora heft hezar hîsîrên filsitînî li zîndanên Rêjîma Siyonîst in ku 185 kes ji wan tûşî nexweşiyên cûrbicûr bûne û di rewşeka dijwar da li nav zîndanên Rêjîma Siyonîst da ne.