Nîsan 22, 2018 12:35 Asia/Tehran
  • Li Erebistana Siûdî di Qesra Melik Selman de şer

Hat ragihandin ku li Erebistana Siûdî hin kesên çekdar bi ser Qesra melik Selman ve girtin û di navbera wan û muhafizan de şerê bi çekan derket.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê rojnama Jerusalem Postê ya Rejîma Siyonîstî ve hatin weşandin, hin kesên bi çekên giran li derdora Qesra paşatiya Siûdî gulle reşandin û ketibn şêr. Hat gotin ku melik Selman bin Ebdulezîz ji qesrê derxistin û ji bo ewlehiyê birin baregehekê leşkerî. Tê texmînkirin ku bûyer derbeyekê leşkerî be.

Çapemeniya Amerîkayê jî ragihand ku grûbeke leşkerên di bin fermandariya fermandarê hêzên bejayî yê Erebistana Siûdî Alukas Nepils de xwestin li hember melik Selman derbeya leşkerî bikin.

Rayedarên Siûdî jî ragihandin ku bûyer ne hewla derbeyê bû, tenê navgîneke bêmirov zêde nêzê Qesrê bû û hêzên ewlehiyê jî navgînê bi çekan daxistin erdê.

Li her halî de di vê berê de nûçeyên newek hev hatin weşandin.