Nîsan 19, 2018 15:55 Asia/Tehran
  • YE`yê alîkariya pereyî ya bo Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê bi merc kir

Yekîtiya Ewrûpayê (YE) qanûnekê têkildarî alîkariya pereyî ya bo Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê pejirandiye ku li gorî wê mercek ji bo dewama van alîkariyan kivş bûye.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Yekîtiya Ewrûpayê (YE), qanûnekê têkildarî alîkariya pereyî ya bo Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê pejirandiye ku li gorî wê mercek ji bo dewama van alîkariyan kivş bûye.

Li gorî vê raporê, li dû liv û tevgerên Rejîma Siyonîst û bi rêxistina haykûfan dijî filistîniyan li Ewrûpayê, YE`yê bi pejirandina qanûnekê ragihand ku bi şertekê alîkariya pereyî ya bo Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê berdewam dike ku ev teşkîlata qet şideta dijî Rejîma Siyonîst berbelav neke.

Li vê qanûnê hatiye ku navend û saziyên perwerdehiyê  yên filistînî, divê aştî û hevhatinê berbelav bikin û xwe ji berbelav û berfirekirina şidetê (Vexwendina ber bi berxwedanê û sekinîna li hember Rejîma Dagîrkerê Qudsê) dûr bigirin ma ne wê alîkariyên pereyî yên vê yekîtiyê bo Teşkîlata Xwerêvebir, bi rêya sîndûqa PEGASE werin birrîn.