Sernixûnkirina balefireke bêfirokevan a emerîkî li esmanê Yemenê
Kanala televîayonî ya Meyadînê raghand ku sîstema hewayî ya Yemenê, balefireke emerîkî ya MQ9 li parêzgeha Hedîdê li rojava vî welatî sernixûn kiriye.
Li gorî rapora çarşemiyê şevê ya IRNA`yê, El-Meyadînê ku ev nûçeya ji zarê çavkaniyeke eskerî ya Yemenî raghand hûrgiliyên zêdetir li vê barê neda.
Her wiha yekîna artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, sîstema mûşekî ya patriyotê ya Îmaratê û kombûna hêzên Ebd Rebbê Mensûr serokkomarê stifakirî û hêzên kirêgirtî yên siûdî li bajarê peravê ya El-Mexayê li başûrê Teizê dan ber êrişan.
Di hemen demê de, yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê beêvara roja çarşemiyê mûşekeke balistîk a Bedrê 1 avêtin ser Cîzanê û hêzgeha elekterîkê ya Necranê li başûrê Erebistanê.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.