Destdirêjiya bajaroknişînên siyonîst ser mizgevta Eqsayê
Nîsan 18, 2018 18:16 Asia/Tehran
Bi dehan bajaroknişînên siyonîst vê sibê li kiryareke bêşermane êriş kirin ser cihên curbicur ên mizgeta Eqsayê.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filitsînê bajaroknişînên siyonîst li du rojan li dû hev û bin çavdêriya erkdarên polîs û hêzên yekîna taybet ên artêşa Îsraîlê ji Bab El-Meqarê, bêrêzî li mizgevta Eqsayê kirin.
Hevgavê giranbûna tivdîrên ewlehiyê yên dagirkirên siyonîst li ber deriyên mizgevta pîroz a El-Eqsayê, bajaroknişîn dest bi sloganên lid ijî Îslamî kirin.
Her wiha Wezareta tendrustiyê ya Filistînê raghand: Ji destpêka xwenîşandana mezin a mafê vegeryanê li 30 Adara 2018` an heya niha 35 filistînî bi derba gulla eskerên siyonîst şehîd bûn û 4 hezar û 279 kes jî birîndar bûne.