10 kuştî û birîndar li encama êrişa balefirên siûdî ser Senayê
Li encama êrişên balefirên hevalbendiya destdirêjkirê siûdî ser parêzgeha Senayê li paytexta Yemenê, 10 kes hatin kuştin an biurîndar bûn.
Li gorî rapora televaîyona El-Mesîrê, piştî êrişên îro duşemiyê yên balefirên hevalbendiya siûdî ser çiyayê Mesarê li parêzgeha Senayê du jinên yemenî hatin kuştin û xêncî wê 6 jin û zarokek jî birîndar bûn.
Her wiha li encama êrişa balefirên cengê yên hevalbendiya destdirêjkirê siûdî ser yek ji zewiyan li beşa Sefanê li parêzgeha Senayê, zarokek yemenî birîndar bû.
Balefirên siûdî li 24 sietên buhurî zêde ji 40 caran êriş kirin ser navçên curbicure Yemenê ku li encama wê bi dehan welatiyên yemenî hatin kuştin an birîndar bûn.
Ji aliyê din ve yekîna topxaneyî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, navendên kombûna eskerên siûdî li navçên curbicure derdora çiyayê Qêysê li Cîzanê dan ber êrişan.
Nîşnagirên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê karîn ku du destdirêjkirên siûdî li girika El-Qinasê û derdora derbasgeha Elebê li Esîrê li başûrê Erebistanê bikujin.