Nîsan 16, 2018 09:20 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Rewşa nav Sûriyê ser qazanca Amerîka û Îsrayîl naguhere

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Rejîma Siyonîstî li ser riya şerê dijî terorîzmê li nav axa Sûriyê pirsgirêkekî nû çê kiriye û pêwîste em hevkariyên xwe tev nizama Sûriyê pirtir û qahîmtir bikin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hesen Nesrallah Sekretirê giştî yê Hizbullaha Libnanê li gotinên xwe yên li civînekî hilbijartinî ku li navça El-Beqai ji riya vîdyokonferansê belav bû ragihand: Eger hinek hizr dikin rewşa nav Sûriyê ser qazanca Amerîka, Îsrayîl yan aliyekî din tê guhartin, fikirîna wan şaş e.

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Libnanê destnîşan kir : Eva ku Amerîka û hevalbendên xwe pêş gihêştina çavdêrên Sziya qedexekirina çekên Kîmyawî bi Dûmayê li Qûteya Rojhilatê, êrişî ser axa Sûriyê kirin, bi curekê pêşdestî kirin bû ta ku prosa lêkolîna ser vê îdiayê ji riya rastîn derxînin.

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Libnanê herwisa êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransa ya ku li ser îdiaya çekên kimyewî li hemberî Sûriyeyê hat pêkanîn , wekî hovane bi nav kir.

Nesrallah diyar kir ku êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransa ya ku li ser îdiaya çekên kimyewî li hemberî Sûriyeyê pêk hat,   bi ser neketiye.

Nesrallah got: Amerîkayê operasyona xwe ya leşkerî bi sînor kir, ji ber ku dizanîbû bereya berxwedanê wê bersivê bide û ev jî li herêmê wê aloziyê zêdetir bike. Hesen Nesrallah welatên bendava Farsê yên ku piştgirî dane Amerîkayê jî tawanbar kir.