Dubarekirina îdiayên pûç ên paşayê siûdî li dijî Îranê
Paşayê Erebistanê cardinê îdiayên pûç duabre kirin û Îran bi muadxila li Yemenê û piştgiriya ji terorîzmêtawanbar kir.
Selman Bin Ebdulezîz Alê Siûd roja yekemiyê li 29 mîn civîna rayedarên welatên endam Yekitiya Ereban li bajarê El-Zehran a Erebistanê bal kişand ser piştgiriya Îranê ji hûsiyên Yemenê îdia kir: Îranê bi şandina mûşekên Balistîk piştgiriya hûsiyên Yemenê dikin.
Paşayê Erebistanê bi dubarekirina helwêstên xwe yên bi dijminatî û li dijî îranî , Îran bi piştgiriya ji terorîzmê û bêewlehiya li navçê tawanbar kir.
Îdia, tawanên pûç û bêbingeh ên Rejîma Siûdî li dijî Îranê li bara mudaxila li welatên erebî ên navçê li halekê ye ku xelkê Yemenê tim bi çekên ku Emerîka û Brîtanyayê şandine, li êrişên Erebistan û Îmaratê tên kuştin.
Siûdî hewl didin lawazî û işkestên xwe yên li dû hev binuximînin ji ber ku ew nikarin bi rastiyên navçê û cîhanê rûbirû bibin û divê li hember karesata însanî ya herî xirab ên dîroka hevçerx û cinayteên cengê yên her rojî ser yemnaiyan bersivê bidin.
Eva li halekê ye ku Komara Îslamî ya Îranê tim welatên cînar ewlewiyeta xwe ya li siyaseta derve daye zanîn û bi şiklên curbicur ji bo çareserkirina kêşeyên navçê û zêdekirina hevdengiyê heya hakimiteta ewlehî û aramiyê li navçê hewl dide.