Nîsan 14, 2018 16:22 Asia/Tehran
  • Quds wek paytexta geştyarîyê ya ereban hat bijartin

Sazîya Geştyarîyê ya Ereban, Quds wek paytexta geştyarîya Ereban di sala 2018`an de bijart.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Bender Ibnê Fehed Fehîd serokê Sazîya Geştyarîyê ya Ereban ragihnad: Bi dû qebûlkirina pêşnîyara vê sazîyê li civîna wezîrên geştyarîyê yên welatên ereb li şarê Qahirê, Quds wek paytexta tûrîsma ereban di sala 2018`an de hat bijartinê.

Fehîd pêgirî kir ku Quds ya ereb û misilmanan e û got: Bijartina Qudsê wek paytexta geştyarîyê ya ereban di îsal de nîşan dide ku Sazîya Geştyarîyê ya Ereban girîngîyeke taybet dide cîgeha dîrokî û dînî ya Qudsê ya li nav welatên ereb.

Donald Trump di 6`ê Kanûna sala 2017`ê de tevî neyarîyên berfire yên navçeyî û cîhanî ragihand: Waşîngton, Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst bi fermî nas dike. Trump herwiha ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê xwest ku amadekarîyên veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qudsê bike.

Eva li halekî ye ku Civata Giştî ya NY di 21`ê Kanûna sala 2017`ê de biryarnama piştgirîya ji Qudsê bi 128 dengên Erê, 9 dengên Na û 35 dengê Bêalî pejirand. L igorî wê biryarnamê, NY dê Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst bi fermî nas nake.

Quds ji sala 1967`ê ve bi destê Israîlê hatîye dagirkirin.