Nîsan 13, 2018 16:05 Asia/Tehran
  • Siyonîst êriş birine ser xwenîşanderên meşa Mafê Vegerê

Leşkerên Rejîma Siyonîst, îro îniyê ber bi komek ji ciwanên filistînî ku li kempa El Ewdeyê li rojhilata Xan Yûnisê kom bibûn, gulle reşandin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, welatiyên filistînî ku ji saetên destpêkê yên sibeha îro ve li sêyemîn îniya bi dûhev bona beşdariya  li xwenîşandana Mafê Vegerê, daketibûne meydan û kolanên bajaroka Xezaê li rojhilata Zîvala Gazê, ketin ber êrişa leşkerên Siyonîst.

Hîn tu nûçeyek li ser hejmara kuştiyên vê gullereşandinê nehatiye weşandin.

Ciwanên filistînî dil hene piştî xwendina nimêjê, agir berdine alaya Rejîma Siyonîst li rex bi dehan tekerên trombîlan li navçeyên sînorî yên Zîvala Gazê bi Erdên Dagîrbûyî re.

Herwiha bikarhînerên torên civakî jî bona piştgîriya ji meşa mezin a Mafê Vegerê, heşteka mezin a #şewitandina alayê bi beşdarî û hevkariya bi hezaran kes ji xelkê Zîvala Gazê pêk anîn.

Heştega Filistîn û welatên rojavayî jî li Twiterr`ê zêde ji 50 mîlyon û 800 hezar carî teg bûye.

Di encama meşa mezin a Mafê Vegerê li Gazê de û hevgav li gel rêzgirtina Roja Erdê li 30`ê Adarê ve heya niha 34 kes ji wan sê zarok hatine şehîdkirin û 3 hezar û 79 kes jî birîndar bûne ku halê 106 kes ji birîndaran xedar hatiye ragihandin.