Şehadeta ciwanekî filistînî li zîvala Gazayê
Ciwanekî filistînî pênşemiyê şevê bi derba gulla eskerên Rejîma Siyonîstî li rojhilata Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Gazayê şehîd bû.
Li gorî rapora IRNA`yê, Eşref El-Qedre berdevkê Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê got : Ebdullah Muhemed El-Şehrî, 28 salî ji aliyê sîngê xwe ve ket ber gulla eskerên siyonîst û ji bo dermankirinê hat rakirin bo nexweşxanê lê ji ber giranbûna birînên xwe şehîd ket.
Zivala Gaazyê li heftiyên buhurî şehedê kombûna berfireh û beşdariya filistîniyan li meşa mafê vegeryanê ye.
Meşa bi aşitî ya mafê vegeryanê ji 30 Adara buhurî bi minasibeta roja erdê li zîvala Gazayê destpê bûye û hela jî didome.
Ji 30 Adarê heya 13 Nîsanê, 32 filistînî li vê meşê bi derba gulla eskerên îsraîlî hatine şehîdkirin û zêde ji 3000 kes jî birîndar bûne.
Piraniya welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê û her wiha rêxistinên navneteweyî heya niha ev cinayet şermezar kirine.
Meşa filistîniyan li salvegera roja erdê bîranîna biryara Rejîma Siyonîstî li warê zevtkirina erdên filistîniyan li 30 Adara sala 1976`an e ku her salê tê li dar xistin.
Rejîma Îsraîlê bi zevtkirina erdên filistîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn têde lê dixebitin ku demografiya navçên filistînî û siyonîstkirina van navçana ye da ku serdetîxwaziyên xwe li navçên filistînî tesbît bike.