Dewama meş û rêpîvana mafê vegeryanê bi agirberdana alaya Rejîma Siyonîstî
Welatiyên filistînî yên rûniştiyê Filistînê rûniştiyê zîvala Gazayê di dewama meşa mafê vegeryanê, îro îniyê li sêwem îniya hêrsbûnê, dê agir berdine alaya Rejîma Siyonîstî.
Li gorî rapora IRNAyê, bikarhênerên torên civakî li vê barê heşteka `` agirberdana alayê, bi beşdariya bi hezaran kes ji xelkê zîvala Gazayê bi rê xistine.
Bernama agirberdana alaya Rejîma Siyonîstî li sêwem îniya hêrsbûnê li halekê ye ku heftiya buhurî û li duwem îniya hêrsbûnê, xelkê zîvala Gazayê agir berdane bi hezaran lastîkên trimbêln ji bo ku ji xwenîşandana bi aşitî ya 30 Adarê piştgiriyê bikin.
Bikarhênerên torên civakî li peyamnên xwe yên twîterî daxwaza beşdariya berfirehtir li meşa vegeryanê û gurrtirkirina wê kirin.
Xwenîşandana sêwem îniya hêrsbûnê ji siet 10 siba îro li kampên mafê vegeryanê li seranserê sînorên rojhilata zîvala Gaazyê dê destpê bibe.
Meşa bi aşitî ya mafê vegeryanê ji 30 Adara buhurî bi minasibeta roja erdê li zîvala Gazayê destpê bûye û hela jî didome.
Ji 30 Adarê heya 13 Nîsanê, 32 filistînî li vê meşê bi derba gulla eskerên îsraîlî hatine şehîdkirin û zêde ji 3000 kes jî birîndar bûne.
Piraniya welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê û her wiha rêxistinên navneteweyî heya niha ev cinayet şermezar kirine.
Meşa filistîniyan li salvegera roja erdê bîranîna biryara Rejîma Siyonîstî li warê zevtkirina erdên filistîniyan li 30 Adara sala 1976`an e ku her salê tê li dar xistin.
Rejîma Îsraîlê bi zevtkirina erdên filistîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn têde lê dixebitin ku demografiya navçên filistînî û siyonîstkirina van navçana ye da ku serdetîxwaziyên xwe li navçên filistînî tesbît bike.