Adar 22, 2018 12:03 Asia/Tehran
  • 13 jinên behrêynî di nav zîndanên Alê Xelîfe da ne

13 jinên behrêynî bi tawanên siyasî di nav zîndanên Alê Xelîfe da ne

Tê gotin ji vê hejamrê sê xwîşk bi navên Fatme Alî, Amal Elî û Îman Elî û sê jinên din bi navên Hacer Mansûr, Emîre El Qeş'emî û Medîne Elî hikmê sê salan zîndanê li wan hatiye birrîn.

Her wiha çar jinên din ên behrêynî hikmê pênc salan zîndanê li wan hatiye birrîn û sê jinên behrêynî jî li girtîgeha rêjîma Alê Xelîfe da ne.

Jinên behrêynî yên di zîndana Alê Xelîfe da li zîndana jinan a bajarokê Îsa li bakurê vî welatî da ne û rêxistinên çalak li warê mafên mirovan heta niha çend rapor li bara bedreftariya bi wan ra weşandine.

Behrêyn ji 14ê Sibata sala 2011an va bûye qada serhildana gelanî li dijî Alê Xelîfe.

Gelê Behrêynê daxwaza azadî, pêkhatina dadwerî û wêdadayîna cihêkariyê û desthilatdarbûna pergaleka siyasî ya bijartî li welatê xwe dikin, lê rêjîma Alê xelîfe bi alîkariya çekdarên siûdî û hêzên ewlehiyê yên Imaratê ku li çarçova Hêzên Mertala Giravê li Behrêynê bi cih bûne, nerazîtiyên xelkê li vî welatî serkut dike.