Adar 22, 2018 11:39 Asia/Tehran
  • Firokeya şêrr a siûdî li Yemenê hat xistin

Pedafenda hewayî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê roja Çarşemiyê firokeyeka şêrr a hevpeymaniya destdirêjkerên siûdî bi rêberiya Erebistanê li Seideyê xiste xwarê.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Yemenê (SABA), fermandarê hêza hewayî ya Yemenê, Îbrahîm Şamî piştî xistina xwarê ya firokeya şêrr  a Siûdî li Seideyê got: Serketinên hêza hewayî ya Yemenê didome.

Îbrahîm Şamî bi gotina vê yekê ku dijminê siûdî jî li bara şiyana pedafenda hewayî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li xwe mukur hatiye û ew wek gefek daye zanîn, got: Opêrasiyona xistina vê firokeya şêrr piştî şopandina wê ya tam û deqîq li esmanê parêzgeha Seideyê pêk hat.

Heta niha pedafenda hewayî ya artêşa Yemenê kariye ku hejmareka zêde ya firokeyên şêrr ên rêjîma destdirêjker a siûdî sernixûn bikin.

Erebistanê bi piştevaniya Amerîka ji 26ê Adara sala 2015an va dest bi destdirêjiya leşkrî li ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî ji erd, esman û deryayê kiriye. Şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li Yemenê heta niha bûye sebeba kuştin û birîndarkirina bi dehan hezar kesî û awarebûna bi miliyon kesî ji welatiyên vî welatî.

Her wiha Yemen ji ber vê destdirêjiyê tûşî kêmbûna zêde ya xwarek, derman û berbelavbûna nexweşiyên cûrbicûr bûye.

Rêjîma Siûdî û Amerîkayê heta niha ji ber berxwedana gelê Yemenê neakrîne armancên xwe li vî welatî yanî desthilatdarkirina kesên ser bi van welatan bi dest bixin.