Adar 16, 2018 17:46 Asia/Tehran
  • Dewama êrişên hewayî yên hevalbendîya zorbêj a siûdî ser Yemenê

Li dewama êrişên hevalbendîya zorbêj a siûdî ser Yemenê, zarokek yemenî li devera Şedayê li parêzgeha Seidê li bakûra vî welatî hat kuştinê.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, di encama teqîna bombeke bermayîya êrişên hewayî yên hevalbendîya zorbêj a siûdî ser Yemenê li bajarê sînorî yê Razehê li parêzgeha Seidê de zarokek hat kuştinê û yek jî birîndar bû.

Li gorî vê raporê, deverên Alê Sibhan, Al Sedad li bajarê Baqimê li parêzgeha sînorî ya Seidê jî 3 caran bûn armanca êrişên balafirên cengê yên rêjîma siûdî.

Di encama êrişên hevalbendîya zorbêj a siûdî ser şarê Tehîtayê li parêzgeha Hudeydê li rojavaya Yemenê de jî jinek û 2 zarokên keçik birîndar bûn.

Çavkanîyekî leşkerî li artêşa Yemenê jî bal kişand ser vîya ku rêjîma siûdî 13 caran êrişî baajrên Herez û Mîdîyê li parêzgehê Hecê kirin û ragihand ku balafirên cengê yên siûdî sê caran navçeyeke Nêhimê li bakûra rojhilata Senayê dan ber bombeyan.

Di vî halî de, di encama êrişên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ser çeperên kirêgirtîyên siûdî li deverên Cemacim li parêzgeha Beyzayê, Wadî Rebîye li Maribê de hejmarek ji wan hatin kuştinê yan jî birîndar bûn.