Adar 16, 2018 17:43 Asia/Tehran
  •  Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê ser beşdariya berfireh li hilbiajrtinê sekinî

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li hevdîtina bi nûnerên navça Beilebek -El-Hermelê re daxwaza beşdariya gelanî li hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê kir.

 Li gorî rapora roja îniyê ya navenda nûçan a  El-Neşreyê, seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha  Lubnanê li hevdîtina bi nûnerên  navça  Beilebek-El-Hermelê re,  kesên ku êrişî ser lîsteya `` Hêvî û emegdariyê`` ya vê navçê dikin,  rexne kirin  û ew weke  hevpeymanên  DAIŞ û bereya El-Nusreyê bi nav kirin.

 Sekreterê giştî yê Hizbullaha  Lubnanê her wiha got: Xelkê Beilebek-Hermelê qet rê nadine kesên ku  çek û sîlehan didin DAIŞ`ê  û  bereya El-Nusreyê ku bibin nûnerê vê navçeyê.

Seyd Hesen Nesrullah bal kişand ser rewşa navça Beilebek-Hermelê ji sala 1982`an  û destnîşan kir: Ji sala 1982`an  heya niha,  li vê navçeyê gelek destkewt hasil bûne.

  Sekreterê giştî yê Hizbullaha  Lubnanê destnîşan kir: Li şerê Temozê ger wezîrên  berxwedanê û hevpeymanên  wê û Nebîh Bêrî serokê parlemanan  Lubnanê û Êmîl Kehûd  serokkkomarê berê yê Lubnanê nabana,  fransiyan dev ji  daxwaza ji bo wergirtina  çekên berxwedanê   bernedidan û dewleta Lubnanê dê tim ser jiçekkirinê bisekiniya.

 Pêştir jî şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha  Lubnanê bal kişand ser hewldana  bêencam a  Emerîka û Erebistanê ji bo guhertina  muadileyên hilbiajrtinê û got: Ev alî hewl didin bi lawazkirina  Hizbullahê li hilbijartinê, hevpeymanên  berxwedanê bêhêvî bikin.

 Di hemen  demê de, şêx Elî Deimoş, cîgirê serokê Konseya kargêr ê Hizbullaha  Lubnanê vê dawiyê bi amadebûna  li bajarê  Beilebekê li rojhilata  vî welatî got: Emerîka û Erebistan bi pêkanîna tirsê nav xelkê hewl didin wan ji hevrêtiya bi berxwedanê dûr bikin.

 Hilbijartinên  parlemanî yên  Lubnanê dê 6 Gulana 2018` an  were li dar xistin.