Adar 16, 2018 12:07 Asia/Tehran
  • Wezîrê berevanîya Qeterê: Gotûbêja bi Îranê re pêwîst e

Xalid Ibnê Mihemed Etîye wezîrê berevanîya Qeterê pêgirî li ser muzakira digel Komara Islamî ya Îranê ji bo çareserkirina nakokîyan û pêkanîna ewlehîyê li navçê kir.

Li gorî rapora ajanjsa nûçan a IRNA`yê, Xalid Ibnê Mihemed Etîye wezîrê berevanîya Qeterê bal kişand ser pêwîstîya lihevkirina hemî akteran ji bo pêkanîna ewlehîyê li navçê û got: Li gorî demdirêjbûna şerên li navçê, dema kutakirina pevçûn û şeran li navçê û muzakira têkildarî pêşketin û rehetîya gel giheştîye.

Mihemd Ibnê Evdilrehman Alê Sanî wezîrê karên derve yê Qeterê jî di Sibatê de li hevpeyvîna digel Lofigaroyê, Îran pişkeke rastî ya deverê zanî û sîyasetên Erebistan û Imaratê nebaş zanîn û pêgirî l iser pêwîstîya gotûbêja digel Îranê kir.

Wezîrê berevanîya Qeterê herwisan gotûbêj û rêzgirtina li mafê serwerîya Qeterê wek tenha rêya çareserkirina qeyrana di navbera vî welatî, Erebistan, Imarat, Behrêyn û Misrê de zanî.