Zerîf giheşte Astanê
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi merema pişkdarîya li civîna sêalî ya Îran, Ûrsêt û Tirkîyê ya di çarçova demajoya Astanê de giheşte vî şarî li Qazaqistanê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, civîna sêalî ya Îran, Ûrsêt û Tirkîyê dê îro bi amadebûna wezîrên karên derve yên van sê welatên garantorê demajoya Astanê li vî şarî bê lidarxistin.
Biryar e ku wezîrên karên derve yên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li vê civînê tevî hilkolandina encamên muzakirên Astanê di yeksala buhurî de, têkildarî pêngavên hevpar ên her sê welatan di warê çareserkirina qeyrana Sûrîyê de biryarê bidin.
Herwiha biryar e ku hevdîtina wezîrên karên derve yên welatên garantorê demajoya Astanê bêyî alîyên sûrî û çavdêran bê lidarxistin.
Muzakirên Astanê ji Çileya sala 2017`ê ve li gorî insîyatîfa Komara Islamî ya Îranê û hevkarîya Ûrsêt û Tirkîyê bi merema pêkanîna aştîyê li Sûrîyê destpê bûye.
Encama sereke ya van muzakirana kivşkirina deverên kêmkirna gêreyê li Sûrîyê bûye.