Adar 15, 2018 20:23 Asia/Tehran
  • Wezîrên karên derve yên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li Astanê civîyan

Civîna seretayî ya kombûna wezîrên karên derve yên garantora agirbesa Sûrîyê bi amadebûna muzakirekirên pilebilind ên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê îro danê êvarê li Astane paytexta Qazaqistanê hat lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hisên Cabêrî-Ensarî alîkarê pilebilind ê karên sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê, Alêksandêr Lavrêntîyêv nunerê taybet ê karên Sûrîyê yê Pûtîn û Sedat Onal alîkarê navçeyî yê wezareta karên derve ya Tirkîyê û desteyên her sê welatên garantorê aştîya Sûrîyê li vê civînê pişkdar bûn.

Muzakirekirên pilebilind ên welatên garantorê aştîya Sûrîyê li vê civînê têkildarî lidarxistin û plana civîna sêalî ya sibê ku dê bi pişkdarîya wezîrên karên derve yên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li Astanê bê lidarxistin, gotûbêj kirin.

Wezîrên karên derve yên welatên garantorê aştîya Sûrîyê li civîna sibê dê encam û destkevtên 8 dewrên konfiransa navnetewî ya aştîya Sûrîyê li Astanê hilkolînin û li bara ewlewîyet û destûrkara pêşeroja vê demajoyê rawêjkarîyê bikin.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê û hevtûşên wî yên tirk û ûris dê bilî pişkdarîya li civîna sêalî, dê bi Nûrsiltan Nezerbayêv serokomarê Qazaqistanê wek welatê mazûvanê demajoya Astanê re jî bicivin û gotûbêjê bikin.