Adar 15, 2018 17:02 Asia/Tehran
  • Îzna destpêbûna firrînên navneteweyî bo Hewlêr û Silêmaniyê hate dayîn

Birêvebirê giştî yê balafirgeha Hewlêrê got: Bi pejirandina dewleta navendî ya Iraqê, dayira giştî ya balafirgehên vî welatî, îzna destpêbûna firrînên navneteweyî bo balafirgehên Herêma Kurdistanê da.

Li gorî rapora IRNA`yê, Telar Fayîq, birêvebirê giştî yê balafirgeha Hewlêrê, roja pêncşemiyê bal kişande ser desrpêbûna firrînên navneteweyî bo balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê li dû pejirandina dewleta navendî ya Iraqê û dayîna îznê ji aliyê dayira giştî ya balafirgehên vî welatî, herwiha got: Ji îşev (pêncşemiyê) ve esmanê Herêma Kurdistana Iraqê, li ser firrînên navneteweyî vekirî ye.

Li gorî gotina birêvebirêgiştî yê balafirgeha Hewlêrê, hefteyek dem pêwîst e ku firrînên navneteweyî yên kompaniyên geşta esmanî destpê bibin.

Bîsêtûn Zengene, serokê komîteya tarnzîtê li parlimana Iraqê, roja çarşemiyê li Silêmaniyê, gotegotên li bara guherîna birêvebirê balafiran red kirin û got: Îzna destpêbûna firrînên navneteweyî bo Kurdistana Iraqê ji hêla demê ve bisînor nien.

Heyder el Ebadî, serokwezîrê Iraqê, roja sêşemiyê ji bilî ragihandina ji holêrabûna qedexeya firrînên derveyî li Herêma kurdistanê pêgîrî kir: Ji niha şûnda berpirsyariya çavdêrî û birêvebirina van balafirgehan, wê li ser milê wezareta karên hundur a Iraqê be.