Adar 13, 2018 17:27 Asia/Tehran
  • Quds wekî paytexta hertimî ya mîrata ereban hate bijartin

Yekîtiya Ereban, bajarê Qudsê wekî paytexta hertimî ya mîrata ereban, bijart.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê malpera kanala nûçeyan a Sky News a erebî, Yekîtiya Ereban li civînekê li Qahireya paytexta Misrê, bi minasibeta (hilketina) roja mîrata erebî, Qudsê wekî paytexta hertimî ya mîrata ereban bijart.

Her di vê çarçoveyê de, Xelîl Qerace El Refayî, serokê saziya Vejiyandina Mîrata Qudsê û lêkolînên îslamî, li axiftinekê li vê civînê, ragihand ku Yekî'tiya ereban, Quds wekî paytexta hertimî ya mîrata ereban bijartiye.

Ev biryara piştî birêveçûna rêûrismekê li avahiya Yekîtiya Ereban bi beşdariya Mihemed Mixtar Cume, wezîrê Ewqafê, Sefîr Bedredîn El Elalî, alîkarê giştî yê karûbarên civakî û herwiha hejmarek ji nûnerên welatên erebî hate girtin.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê li 6`ê Kanûnê biryar da ku balyozxana xwe li meha Gulanê veguheze Qudsê û ev bajara paytexta Îsraîlê da zanîn û ev biryara Waşîngtonê rastî dijayetiyên welatên erebî û îslamî ve hat.