Sibat 19, 2018 20:07 Asia/Tehran
  • Rejîma Alê Xelîfe meytên 4 ciwanên inqilabî yên Behrêynê avêtine deryayê

Çavkaniyên behrêynî ragihandin ku 4 ciwanên behrêynî bi destê hêzên Rejîma Alê Xelîfe ve hatine kuştin û meytên wan avêtine deryayê.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, ji zarê malpera nûçeyan a El Behrêyn El Yewmê, bi weşandina nûçeya kuştina 4 ciwanên behrêynî yên ser navên Mêysem Elî Îbrahîm, Hesen Elî Ebas El Behranî, Seyd Qasim Seyd Xelîl û El Seyd Mehmûd El seyd Adil, komên înqilabî yên li vî welatî, ev cinayeta rejîma Alê Xelîfe şermezar kirin.

Komên inqilabî ragihandin: Şehedî nîşan didin ku çar ciwan bi destê Rejîma Alê Xelîfe ve hatine kuştin û ji bo ku vê cinayetê veşêrin, meytên wan avêtine deryayê.

Li gorî nûçeyeka din, çavkaniyên behrêynî ragihandin: Mihakimeya Şêx Elî Selman, sekreterê giştî yê Tevgera El Wifaqê ya Behrêynê kete yekê meha Adara sala 2018`an.

Dozgerekî giştî yê Rejîma Alê Xelîfe, yekê Mijdara buhurî, Şêx Selman, tawanbar kirin ku ji bo Qeterê sîxuriyê dike û derbê li navendên leşkerî û berjewendiyên neteweyî yên Behrêynê dixe ta ku bikaribe li dadgeheka formalîte, hikmeka girantir dijî wî derxîne.

Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an ve bûye şahidê nerizamendiyên gelanî yên dijî rejîma Alê Xelîfe. Xelkê Behrêynê azadî, dad û jinavçûna newekheviyê dixwezin û hes dikin dewleteka bijare li welatê wan damezire.