Sibat 19, 2018 19:29 Asia/Tehran
  • Seredana taxima siûdî ji bo vekirina derbasgeha sînorî ya bi Iraqê re

Taxiemka erebistanî seredana derbasgeha Ererê li ser sînorê Iraqê û Erebistanê kir.

Li gorî rapora Efkar News`ê ev seredana bi amadebûna nûnerên kompaniyên endazyariyê, bona hilkolandin û çavdêriya li ser projeya ji nûveavakirin û amadekirina vê derbasgehê pêk hatiye.

Berdevkê taxima derbasgeha sînorî ya Iraqê ragihandiye ku gelek hewldan ji bo ji nûveavakirina derbasgeha Ererê cih hatine û roja buhurî taximeka 25 kesî ku sê kes ji wan berpirsên wezareta berevaniya Erebistanê bûn, li vê seredanê de beşdar bûn.

Derbasgeha sînorî ya Ererê li parêzgeha El Enbarê, ji 30 salan beriya niha ve girêdayî bû û hemî salê ji bo cihanîna hecê, li ser haciyên iraqî dihat vekirin û piştî bi dawîhatina vê rêûrismê dîsan jî dihate girêdan.

Sala derbasbûyî ev derbasgeha piştî 30 salan vebû û armanca vî karî danûstandinên bazirganiyê di navbera Erebistan û Iraqê de bû.