Sibat 19, 2018 12:40 Asia/Tehran
  • Êrîşên esmanî yên Rêjîma Siyonîst li ser başûrê Refehê

Firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst berbanga îro anku Duşemiyê bi 10 mûşekan êrîşî ser hin navçeyên bajarê Refehê li başûrê Zîvala Xezeyê kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê ji zarê çavkaniyên filsitînî yên nûçeyan, hevdem digel girtinên şevê yên xelkê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, êrîşa firokeyên şêrr ên israîlî lis er binavahiyên başûrê Zîvala Xezeyê bi mebetsa jinavbirina tûnêlên nû yên Berxwedana Filsitînê, ziyanên giran li zeviyên navçeya El Nehzeyê li bajaroka El Şokeyê li rojhilata bajarê refehê xistin.

Şeva bihurî Rêjîma Siyonîst ragihand ku mûşekek ber bi bajaroka Sedîrûtê li bakurê rojhilata Zîvala Xezeyê hatiye avêtin, lê kesek ji ber wê nehatiye kuştin.

Berbanga îro çekdarên Rêjîmam Siyonîst herîkêm şanzdeh filsitînî li navçeyên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê girtin.

Ji roja 6ê Kanûna sala 2017an va ku Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê Quds wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas kir, cinayetên vê rêjîmê li dijî filsitîniyan jî girantir bûne.