Çile 23, 2018 18:12 Asia/Tehran
  • Al Meyadîn: Seredana Pêns a Erdên Dagirbûyî yên Filistînê tu destkevtek tinebû

Seredana Mayk Pêns alîkarê serokomarê Amerîkayê bo Filistîna Dagirbûyî tu destkevtek tinebû û gotinên wî dubarekirina helwestên Donald Trump têkildarî meseleyên Rojhilata Navînê bûn.

Kanala nûçan a Al Meyadînê ragihand ku axavtina Mayk Pêns alîkarê serokomarê Amerîkayê li parlimana Rêjîma Sîyonîst peyameke girîng tinebû û tu dibê qey wî şîret li sîyonîstan dikir.

Al Meyadînê herwisan bal kişand ser xwenîşandana parlimanterên ereb ên parlimana Rêjîma Sîyonîst û ew bêmînak zanî. vê bertekê rengvedan û  dengvedaneke berfire li mêdyayên bîyanî bû lê kanalên nûçan ên Rêjîma Sîyonîst ew belav nekirin.

Vê şebekeyê bal kişand ser gotinên Pêns ên têkildarî vekirina balyozxana Amerîkayê li Qudsê di dawîya sala bê ya mîladî de û nivîsî: Ji çend rojan berî niha va kifş bû ku alîkarê serokomarê Amerîkayê dê van gotinan bêje.

Alîkarê serokomarê Amerîkayê duh bi Benyamîn Natanyaho serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst re li Qudsa dagirbûyî gotûbêj pêk anî.