Çile 23, 2018 18:03 Asia/Tehran
  •  Greva giştî ya filistîniyan li kêleka  rojava ya çemê Urdinê

Saziyên xwecî û fermî yên filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê ji bo protestokirina sefera Mayk Pêns alîkarê serokkomarê Emerîkayê bo navçê ketin girevê.

 Li gorî rapora  Tesnîm Newsê, piştî dxwaza  komên  netweyî û Îslamî yên Filistînê ji bo şermezarkirina  biryara  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji ber raghandina Qudsê  eke paytexta Îsraîlê û guhsetina  balyozxana  Emerîkayê bo vî bajarî û her wiha  protestokirina  sefera Mayk Pêns alîkarê Trump bo navçê hemî  saziyên xwecî û fermî yên filistîniyan xêncî saziya tendrustî û hîndekariyê li kêleka  rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê ketin girevê.

Piştî vê girevê, dukanên kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê hatin girêdan û sendîkayên  veguhestina  filsitîniyan jî teqze kirine ku dê ser gireva xwe bisekinin.

 Welatiyên filistînî duh jî bona protestokirina  sefera alîkarê serokkomarê Emerîkayê bo Filistîna  dagirbûyî, agir berdan alaya  Emerîkayê.

 Di eynî emê de, komîteyên  berxwedana  Filistînê raghand: Sefera Mayk Pêns bo Qudsa dagirbûyî dibe sedem ku dijminetiya  Emerîkayê li dijî nirxên pîroz û armanca Filistînê normal were xûyanê.

  Ev saziya  her wiha ser pêwîstiya  xurtkirina  yekitî û berxwedanê weke  riyekê ji bo bêencamkirina  komployên li dijî armanca Filistînê teqez kir.

 Sefera Mayk Pêns bo navçê ji roja îniyê ve destpê bû. Ew piştî Misr û Urdinê sefera Filistîna  dagirbûyî kir.