Çile 22, 2018 19:59 Asia/Tehran
  •  Dewama nerazîbûna filistîniyan li hember sefera Mayk Pêns bo erdên dagirbûyî yên Filistînê

Komîteyên berxwedana Filistînê dijberiya xwe li hember sefera alîkarê serokkomarê Emerîkayê bo Qudsa dagirbûyî raghandin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê El-Neşreyê, komîteyên  berxwedana  Filistênê raghandin ku  sefera Mayk Pêns alîkarê serokkomarê Emerîkayê bo Qudsa dagirbûyî dibe sedem ku dijminatiya  Emerîkayê li dijî nirxên pîroz û armanca Filistînê normal bê xûyanê.

 Ev komîte her wiha  ser pêwîsiya  xurtkirina  yekitî û berxwedanê weke  riyekê ji bo  bêencamirina  komployên  li dijî armanca Filistînê tekez kirin.

Tevgra Fathê jî bi daxûayniyekê ragahnd ku gireva  giştî li navçên filistînî  li roaj sêşemiê û giranbûna  pevçûnan tev eskerên  dagirkir li rawestgehên lêgeriyê yên kêleka rojava a çemê Urdinê pêwîst e.

 Hejmarek ji filistîniayn jî bona protestokirina  sefera Mayk Pêns  bo erdên  dagirbûyî hin wêneyên wî û Donald Trump şewitandin.

 Piştî biryara  6 kanûna 2017an a Trump derheq ragahndina  Qudsê weke paytxta Rejîma Siyonîstî, Mehmûd Ebas serokê Teşkîlata  xweîdarekir a Filistînê ragahnd ku  ne bixwe û ne jî tu yek ji rayedarên  Teşkîlata  xweîadrekirê Filistînê dê bi rayadrên  emerîkî re hevdîtinê pêk neynin.

 Sefera  Mayk Pêns bo anvçê ji roja înityê ve destpê bû. Ew piştî Misr û Urdinê  çû Filistîna  dagirbûyî. Alîkarê serokkomarê Emerîkayê îro duşemiyê tev Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîam siyonîstî hevdîtin pêk anî.