Çile 22, 2018 16:58 Asia/Tehran
  • Avêtina mûşeka Qahir-2 ya Yemenê ser çeperên kirêgirtîyên siûdî li Teizê de

Çavkanîyên yemenî ragihandin ku hêzên yemenî mûşekeke balêstîk ji cura Qahir-2 ser çeperên kirêgirtîyên siûdî li navçeyeke parêzgeha Teiz li başûra rojavaya Yemenê da avêtin.

Li gorî rapora kanala Al Mesîrê, çavkanîyên yemenî herwisan ragihandin: Vê mûşekê çeperên kirêgirtîyên siûdî li navenda leşkerî ya Al Xeyamê li Teizê kir armanc.

Li gorî gotina wan çavkanîyana, di encama avêtina vê mûşekê de, hejmarek kirêgirtîyên siûdî hatin kuştinê an birîndar bûn.

Duh jî yekîneya mûşekî ya Ensarulaha Yemenê, mûşekeke balêstîk ber bi baregeha artêşa Erebistanê li devera Necranê li başûra vî welatî va avêt.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê herwisan îro di encama opêrasyoneke din dijî çeperên kirêgirtîyên siûdî li deverên curbicur ên Teizê de, hejmarek kuştin an birîndar kirin.

Di vî halî de, di encama êrişa nişkêve ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ser çeperên kirêgirtîyên zorbêj ên siûdî li devera Til Qenasînê li bajarê Al Xeylê li Cofê de hejmarek kirêgirtî hatin kuştinê yan birîndar bûn.