Çile 21, 2018 18:36 Asia/Tehran
  • Êrişa kesên çekdar ser hotêla Înterkantînêntala Kabulê

Medya efxan li bara êrişa kesên çekdar ser hotêla Înterkantînêntala Kabulê agahî dan.

 Li gorîragahndina  medya efxan, çar kesên çekdar şemiyê şevê derbasî nava  hotêla ÎnterkantînêntalaKabulê bûn û dest bi gulleavêtinê kirin.

 Hin medyayê xwecî raghandin ku  li encama vê êrişê heya niha 10 kes hatine kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.Li gorî raghandina  çavkaniyên xwecî ev êrişa  tim didome.

Necîb Daniş berdevkê Wezareta karên derve ya  Efxansitanê li gotûbêja bi France Pressê  re bêyî ku bala xwe bide ser hûrgiliyan,ev êrişa piştrsat kir.

Niha hêzên  taybet ên Efxansitanê ev hotêla dorpêç kirine.

 Hotêla Înterkantînêntala Kabulê siba şemiyê mazûvanê civîna  xebitandin sermaya çîniyan li Efxansitanê bû.

 Hîn tu kse an tu komekê berpirsiyariya vê êrişê negirtiye istûyê xwe.

 Li navçên curbicure Efxansitanê li mehên  buhurî   êriş û teqînên terosîtî zêde bûne.

Zêdebûn  bêewlehiyên li Efxansitanê bûye sedema  nerazîbûan gelê vî welatî.

Koma terorîstî ya DAIŞ`ê û Talibanê heya niha  berpirsiyariya  piraniya êriş û teqînên li navçên curbicure Efxansitanê girtine istûyê xwe.

Zêdebûna bêewlehiya û xebata komên terorîstî li Efxansitanê li halkeê ye ku Emerîka û hevpeymanên  wê ji sala 2001an  bi mehna  rawestana li ber terorîzmê û dabînkirina  ewlehiyê li Efxansitanê li vî welatî de ne.

Li gorî ragahndina  rayedarên  Kabulê,  mayîna  emerîkiyan  li Efxansitanê tenê bûye sedema  bêewlehî, terorîzm û berhemanîna madên narkotîk li vî welatî.