Erebistan qanûnên mirovheziyê binpê dike
Çavdêrê mafên mirovan, Erebistanê bi binpêkirina qanûnên mirivheziyên yên navneteweyî li Yemenê û berfirehkirina girtinan û îdamkirina çalakên aşitîxwaz li nava vî welatî tawanbar kir.
Li gorî rapora Reuters`ê, ev rêxistina navneteweyî li rapora xwe ya sala 2018`an teqez kir ku 87 babetên êrişên neqanûnî ji aliyê hêzên hevalbendiya erebî bi serkirdetiya Erebistanê li Yemenê tomar kirine ku li encama wê nêzîkî hezar kesên sivîl hatine kuştin.
Li halekê ku piraniya welatan heta Emerîka li kêleka NY Erebistanê bi binpêkirina mafên mirovan û kuştina xelkê bêguneh li Yemenê tawanbar kirine . Berdevkê hevalbendiya erebî ev rapora nedadmendane da zanîn.
Çavdêrê mafên mirovan her wiha Rejîma Siûdî tawanbar kir ku bi dehan çalakên siyasî bi tawanên pûç û nezelal bi hewsên dirêj tawanbar kiriye.