200 ton derman û alavên pizişkîyê derbas Yemenê hatin kirin
Sazîya Cîhanî ya Tenduristîyê bi daxûyanîyekê ragihand ku 200 ton derman û alavên pizişkîyê di vê hefteyê de bi 4 balafirên NY derbasî Yemenê hatin kirin.
Li gorî daxûyanîya Sazîya Cîhanî ya Tenduristîyê, Ensolîn, Antî Bîyotîk, Vaksen (vaccin) ji wan dermanên pêwîst û bingehîn û alavên pizişkîyê yên pêwîst li barên hanê cî girtine.
Li gorî raporên sazîyên navnetewî ji wan Sazîya Cîhanî ya Tenduristîyê û Sandiqa Zarokan a NY (UNECEF) rewşa insanî li Yemenê bikaresat e û bi milyonan kes li vî welatî hewcedarê alîkarîyên lezgîn in.
Erebistanê bi piştgirîya Amerîkayê ji 26`ê Adara sala 2015`ê ve dest bi êrişa ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî ji hêlên bejayî, hewayî û deryayî kirîye ku di encamê de heta niha bi dehan hezar welatîyên yemenî hatine kuştin û birîndar bûne û bi milyonan kes jî aware bûne. Di encama vê yekê de herwisan nexweşîya Kolêreyê li vî welatî berbelav bûye.