Kuştina çar eskerên siûdî bi destê hêzên yemenî
Çavkaniyên yemenî li bara kuştina çar eskerên siûdî ji aliyê hêêzn nîşangir ên yemenî li Cazanê li başûrê Erebistanê agahî da.
Li gorî rapora Fars Newsê, û ji zarê navenda raghandinê ya artêşa Yemenê û Ensarullahê, roja pênşemiyê du eskerên siûdî ji van çar eskeran li girika Xalid û du kesên din li başûrê Hamizê û girika Xezanê li Cazanê hatin kuştin.
Yekînên artêşa Yemenê her wiha karîn ku trimbêleke eskerî ya siûdî li navenda Ebadiyê li Cazanê bidin ber êrişan. Pênc eskerên siûdî jî roja çarşemiyê li encama operasyona nîşangirên artêşa Yemenê û Ensarullahê li Cazanê hatin kuştin.
Erebistan li halekê îdiaya alîkariya bo yemeniyan raber dike ku ev welata bi piştevaniya Amerîkayê ji Adara sala 2015`an ve êrişî ser Yemenê kiriye û paşê ji hêla erd, esman û deryayê ve ev welata dorpêç kiriyeDi encama şerxweziyên Erebistanê li Yemenê de heya niha bi dehan hezar yemenî hatine kuştin û birîndar bûne û bi milyonan kes jî aware bûne.