Çile 18, 2018 10:59 Asia/Tehran
  • Heyama zîndaniya Ehd Temîmîyê hat dirêjkirin

Dadgeha Rêjîma Siyonîst ragihand ku zînbdfaniya Ehd Temîmî, keçika filsitînî u bi sûcê bêhurmetiya li çekdarên vê rêjîmê li zîndanê ye, dê heta dawiya mehkemekirina wê were domadninê.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRIB News`ê, dozgerê leşkerî yê Israîlê di destpêka meha Çileya 2018an da 12 tawan li dijî Ehd Temîmîyê hilêxistin.

Dadgeha leşkerî ya Ûfera Israîlê jî hukmê girtina Narîmana diya Ehd Temîmiyê heta dema lidarxistina civîna din a dadgehê ku biryar e roja 6`ê Sibata 2018an were lidarxistin, dirêj kir.

Roja 19`ê Kanûna 2017an dagirkerên siyonîst êrîşî ser mala Basim temîmî kirin û keça wî ya bi navê Ehdê û piştra jî dayîk û yek ji xizmên wî girtin. Sedema girtina Ehd Temîmiyê hewildanan wê ji bo deristina çekdarên siyonîst ji hewşa mala xwe bûye.

Gellek ji sazî û rêxistinên hiqûqî ji karê Rêjîma Siyonîst ê girtina Ehd Temîmiyê ku keçeka 16 salî ya filsitînî ye, rexne kiirne. Yekîtiya Ewropayê jî dilgiraniya xwe ji girtina Temîmiyê diyar kiirye.

Wezîrê şêrr ê Rêjîma Siyonîst, Ovîgdor Lîbêrmen hukmê dadgehê li ser Temîmiyê piştrast kir û got: ``Her kersek ku êrîşî ser çekdarên israîlî bike, dê berdêleka giran bide``.

Siyonîst ji bo bidestxistina armancên xwe yên berfirehxwaziyê êrîşî ser deverên cûrbicûr ên filsitînî dikin û  filistîniyan digirin.