Dewama alîkariyên eskerî yên Emerîkayê ser Erebistanê
Wezareta berevaniyê ya Emerîkayê raghand ku Ajansa hevkariya ewlehiya berevaniyê ya vî welatî firotina kelûmel û xizmetên eskerî yên mûşekî bo Erebistanê qebûl kiriye.
Li gorî rapora Xinhuayê, Ajansa hevkariya ewlehiya berevaniyê ya Emerîkayê, roja çarşemiyê qebûl kiriye ku di dewama piştgiriyên xwe ji Erebistanê, xizmetên piştî firotinê û pirtiyên sîstemên mûşekî biqasî 500 milyon dularî raberî vî welatî bike.
Hevhatina Ajansa hevkariya ewlehiya berevaniyê ya Emerîkayê roja çarşemiyê bo kongirê jî hatiye ragahndin.
Emerîkayê midehek berî niha li sefera Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Erebistanê peymana çek û sîlehî ya 110 milyar dularî wajo kir ku vê peymanê rêkorda peymanên çek û sîlehî yên cîhanê têk bir.
Eva li halekê ye ku Erebistan ji ber binpêkirina mafên mirovan li Yemenê û piştgiriya aborî û eskerî ji terorîstan li Sûriyê û Iraqê li saziyên navneteweyî hatiye şermezarkirin.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîkayê ji Adara 2015an ve êriş kiriye ser Yemenê û ev welata ji erd, derya û esmîn ve dorpêç kiriye. Şerxwaziya Erebistanê li Yemenê heya niha bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan hezar kesan û awarebûna bi miliyon kes ji yemeniyan.