Bi dehan kirêgirtiyên siûdî li Yemenê hatin kuştin
Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê bi êrişa ser meqerên kirêgirtiyên siûdî li bakur û navenda Yemenê, 36 kes ji wan kuştin.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Mesîrê ya Yemenê, çavkaniyên eskerî yên Yemenê raghandin li operasyona pêşdestane ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê ser meqerên kirêgirtiyên siûdî li parêzgeha Cewfê li bakurê Yemenê, herîkêm 20 kirêgirtî hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Di eynî demê de nîşangirên artêşa Yemenê, herîkêm 16 kirêgirtiyên siûdî li parêzgeha Marebê li navenda Yemenê kuştin.
Erebistan bi piştgiriya Emerîkayê ji Adara 2015`an êriş kiriye ser Yemenê û ev welata ji erd, derya û esmîn ve dorpêç kiriye.
Şerxwaziya Erebistanê li Yemenê heya niha bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan hezar kesan û awarebûna bi milyonan yemeniyan.
Hêzên yemenî jî wek berteka li hember êrişa destdirêjkiran, meqer û navendên Rejîma Alê Siûd û kirêgirtiyên wê li Yemenê û nav axa Erebistanê didin ber êrişan.