Çile 17, 2018 19:45 Asia/Tehran
  • Destpêbûna civîna cîhanî ya piştgiriya ji Qudsê li Misrê

Civîna cîhanî ya piştgiriya ji Qudsê bi beşdariya wezîran û rayeadrên pilebilind ên vî welatî û nûnerên zêde ji 80 welatên îslamî û erebî li Misrê despê bû.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Ehmed El-Teyib, şêx Ezher roja çarşemiyê li merasima  destpêbûna  civîna cîhanî ya piştgiriya mizgevta Eqsayê û Qudsê li bajarê Nesra Misrê pêşniyar da ku sala 2018`an  sala Qudsê û piştgiriya madê û menewî ji xelkê wê be.

 Ehmed Teyib hêvî kir ku ev civîna  du rojî hin rêçareyan ji bo agehdariya ser mesela Qudsê ji bo milyonan ereb û misilmanan hebe.

 El-Teyib got: Welatên Îslamî û ereb divê li hember biryara Trump li dijî Qudsê, plan û îdeyên  nû ji bo berevaniya  ji vî bajarî û nirxên pîroz ên Îslamî û xiristiyanî  yên wê bidin.

 Amajeya şêx Ezher bo kiryara 6 Kanûna  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq nasandina  Qudsê weke paytexta Rejîma Dagirkir a Îsraîlê bû.

 v biryara li dijî filistînî ya Trump,   misuilmanên cîhanê û dewlet û gelên cîhanê hêrs kirin.

 Şêx Ezher  teqez kir: Dagirkeriya Rejîma Îsraîlê dê zû an dereng  dawî bibe.