Çile 17, 2018 18:39 Asia/Tehran
  • Berteka Ensarulaha Yemenê li hember îdiayên wezîrê karên derve yê Erebistanê

Berdevkê Ensarulaha Yemenê, li hember helwêstên nerastînane û xapînok yên wezîrê karên derve yê Siûdî li hember Yemenê bertek nîşan da.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Mihemed Ebdulselam, berdevkê Tevgera Ensarulaha Yemenê, roja çarşemiyê got: Rejîma destdirêjker Siûdî, gelê Yemenê bi dorpêç, bombebaran, birçîtî û nexweşiyê dikuje û îdia dike ku ji bo piştgîriya ji yemeniyan hatiye.

Berdevkê Tevgera Ensarulaha Yemenê destnîşan kir, Rejîma Siûdî dorpêçeka tam ser gelê Yemenê sepandiye, Banka Navendî ji Senayê veguhestiye, pêşiya ketina pere nav Yemenê girtiye, derbasgeh û benderên Yemenê girtiye bin kontrola xwe, binavahî kawil kirine û xelkê Yemenê di encama birşîtî, nexweşî û bombebaranê kuştiye.

Adil Cubeyr, wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî, roja yekşemiyê li axiftineka nerast a li bara Yemenê ragihandibû ku Erebistana Siûdî van kiryaran bona alîkariya bo xelkê Yemenê cih tine.

Erebistan li halekê îdiaya alîkariya bo yemeniyan raber dike ku ev welata bi piştevaniya Amerîkayê ji Adara sala 2015`an ve êrişî ser Yemenê kiriye û paşê ji hêla erd, esman û deryayê ve ev welata dorpêç kiriye.

Di encama şerxweziyên Erebistanê li Yemenê de heya niha bi dehan hezar yemenî hatine kuştin û birîndar bûne û bi milyonan kes jî aware bûne.