Greva kedkarên balefirgeha Bin Goryonê
Kanûn 17, 2017 19:05 Asia/Tehran
Kedkarên balefirgeha navneteweyî ya Bin Goryonê ya Telavîvê îro yekşemê ketin grevê.
Li gorî rapora ISNA`yê, ji Enterfaksê, Ev gireva ku ji siet 9 sibê ve destpê bûye, bû sedema pêkhatina pirsgirêkê li firînên vê balefirgehê û heya niha heft firîn jî hatine betalkirin. Ev gireva ku ser daxwaza Sendîkaya karkiriyê cih hatiye jibo hevgirtina tev kedkarên ji kar derxistî û her wiha dijberiya li hember bernameyên kêmkirina hejmara kedkarên balefirgeha Bin Goryonê cih hatiye. Rayedarên Îsarîlê ji ber kêmbûna sûd û derhata balefirgehên xwe biryar dane ku hejmara kedkarên xwe kêm bikin.