Kanûn 17, 2017 19:01 Asia/Tehran
  •  Hejmarek ji endamên Yekitiya Ereban wek berteka li hember biryara Trump ya derbarê Qudsê de civînê pêk tînin

Yekitiya Ereban, îro yekşemiyê raghand ku wek berteka li hember biryara Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ya li bara raghandina Qudsê wek paytexta nû ya Rejîma Syonîstî hejmarek ji welatên endamên vê yekitiyê li asta nunerên wezîrên derve civînê pêk tînin.

 Li gor nivîsa malpera Yekitiya Ereban, li vê civînê, nûnerên Urdin, Filistîn, Misr, Erebistan, Mexrib, Mîrnişînin Yekbûyî yên Erebî û Ehmed Ebû El-Xeyt sekreterê giştî yê Yekitiya  Ereban dê beşdar bibin.

Li gorî vê raporê, Li vê  civînê, nûnerên beşdarbûyî dê li bara biryara  Emerîkayê ya derheq bifermînaskirina Qudsê wek paytexta nû ya Rejîma Siyonîstî, liv û tevegrên dîplomatîk û medyayî hebin.

 Mehmûd Efîfî berdevkê sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban li vê barê got: Em li bendê ne ev civîna di destpêka  hefteya tê li Emana paytexta  Urdinê were lidarxistinê.

Donald Trump serokomarê Emerîkayê,6 Kanûnê ragahnd ku Qudsê weke  paytexta nû ya Rejîma Siyonîstî bi fermî nas dike.  Ev biryra rastî dijberiya gelên welatên misilman û ne-misilman ên cîhanê hat. Rayedarên  welatên  endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî jî li civîna roja çarşemiyê ya xwe li Stembola Tirkiyê ev biryara Trump şermezar kirin û Qud weke beşa cidanebûyî ya Filistînê da zanîn.