Kanûn 15, 2017 20:23 Asia/Tehran
  • Filistîniyek bi destê siyonîstan şehîd bû û dehan kes jî birîndar bûn

Eskerên siyonîstî bi êrişa xwe ya ser xwenîşanderên filistînî li bakûra Quds`ê cewanekî filistînî şehîd kirin û dehan kes jî birîndar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Filistînê ya El-Yewm, Eskerên siyonîstî îro îniyê bi êrişa xwe ya ser xwenîşanderên filistînî li nîzikiya dîwara ewlehiyê ya Bêyît Îlê li bakûra Quds`ê cewanekî filistînî şehîd kirin û 25 kes jî birîndar kirin.

Eskerên siyonîstî nehêştin ku ambolans meytê vî şehîdî bibe û herwisa pîşiya birina van birîndaran bi nexweşxanê jî girtin.

Eva li halekê ye ku medyayên Rejîma siyonîstî îdia kirin ku polîsekî vî rejîmî bi kêrê birîndar bûye.

Herwisa eskerên rejîma siyonîstî li qudsa rojhilatî jî êrişî ser xwenîşanderên filistînî kirin û dehan filistînî birîndar kirin.

Gelê Filistînî îro îniyê li meşa xwe ya seranserî ya ser navê ``îniya xezebê` nerezamendiya xwe li hemberî kiryara Trump serokkomarê Amerîka ku Quds wekî paytexta Rejîma Siyonîstî daye diyarkirin dane diyarkirin û di navbera van xwenîşanderên filistînî û eskerên siyonîstî li Bêytlehmê û navenda lêgeryana polîs a Qelendeya li bakûra Qudsê pevçûn derket û eskerên siyonîstî ber bi xwenîşanderan gulleh reşandin.