Mijdar 24, 2017 17:59 Asia/Tehran
  • Êrîşa firokeşerkarên rêjîma destdirêjker a siûdî li ser parêzgeha Heceya Yemenê

Firokeyên şêrr ên rêjîma destdirêjker a siûdî sê doran navçeya Mezreqa bajarê Herezê li parêzgeha Heceya Yemenê dane ber bombeyan.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB News`ê, hejamreka welatiyên yemenî jî li êrîşên esmanî yên destdirêjkerên siûdî li ser erebeyeka asayî li navçeya Menbeyê ya ser bi parêzgeha Seideya bakurê Yemenê hatin kuştin an birîndar bûn.

Rayedarekî leşkerî jî ji SABA News`ê ra got: ``Firoekyên şêrr ên siûdî du caran bajarê Zahirê li parêzgeha Seideya bakurê Yemenê kirin armanc``.

Firokeyên şêrr ên Siûdiyan her viha navçeyên Nehema Senayê (Paytext) her wiha hin navçeyên li Şebweya başûrê Yemenê dane ber êrîşên xwe.

Keştiyên şêrr ên Alê Siûdî jî hevdem medreseyek li Teêza başûrê Yemenê dane ber êrîşê û gellek ziyan lêxistin.

Gemiyên şêrr ên Rêjîma destdirêjker a siûdî 17 mûşek avêtine ser dibistanên El Emrî li bajarokê Zeyabê li parêzgeha Teêzê.

Erebistanê bi piştevaniya Amerîka, Imarat û çend welatên din, ji 26`ê Adara 2015an va êrîşî ser Yemenê kir û hevdem ev welata ji esman, derya û erdê va dorpêç kir. Ji ebr şerxwaziya Erebistanê li Yemenê heta niha bi hezaran yemenî hatine kuştin an birîndar bûne.