Mijdar 24, 2017 15:28 Asia/Tehran
  • Rewşa mirovî ya li Yemenê, dengê Ingilistanê jî derxist

Wezîrê karên derve yê Ingilistanê sibeha îro îniyê li Twitter`ê ragihand ku ev bi rêya têlêfonê bi Mihemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê re liser rewşa awarte ya mirovî ya li Yemenê xeber daye.

Bûrîs Canson, destnîşan kir li vê gotûbêjê bi rêya telefonê pêgîrî kir pêwîst e ku alîkariyên mirovdostane bigihîjin Bendera El Hedîdeyê û balafirgeha Senayê ser balafirên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî were vekirin.

Cansoni herwiha got bêyî hatina alîkariyên mirovdostane bi seranserê Yemenê, meriv nikare pêşiya xelaya bihetm a li vî welatî bigire.

Ev hişyarî li van hefteyên vê dawiyê bo saziyên navneteweyî ji wan Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) jî hatine dayîn.

Tevî soza Erebistanê ya jibo vekirina Bendera Hedîdeyê li rojavaya Yemenê û balafirgeha navneteweyî ya Senayê ser alîkariyên mirovhezane, sînorên Yemenê hîn jî girêdayî ne.

Rejîma Siûdî, roja çarşemiyê soz dabû wê Bendera Hedîde û balafirgeha Senayê ji saet 12`an a roja pêncşemiyê ser alîkariyên mirovhezane veke.

Rejîma Siûdî berî niha jî bi caran ragihandibû wê dorpêçkiirna hin bender û balafirgehên Yemenê îbtal bike lê her carê di vî warî de astengiyan derdixe.

Erebistan bi piştgîriya Amerîkayê ji Adara sala 2015`an ve êriş kiriye ser Yemenê û hevgavê vê yekê ev welata ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve dorpêç kiriye.

Şerxweziya Erebistana Siûdî ya li Yemenê heya niha bûye sedema vê yekê ku bi dehan hezar kes werin kuştin yan birîndar bûne û bi mîlyonan yemenî jî aware bûne. Herwiha Yemen di encama vê êrişê de rastî kêmbûna zav a madeyên xwerinê û dermanan hatiye û nexweşiyên curbicur li vî welatî berbelav bûne.