Mijdar 19, 2017 20:10 Asia/Tehran
  •  Hişyariya Nivîsgeha Xaça Sor a Cîhanî li Yemenê li bara belavbûna nexweşiya kolêrayê

Serokê nivîsgeha nuneratiya Komîta navneteweyî ya Xaça Sor li Yemenê li bara dewama dorpêçkirina vî welatî û metirsiya canê bi milyonan yemeniyan hişyarî da.

 Li gorî nivîsa malpera El-Neşre ya Lubnanê, Elêksander Wît serokê nivîsgeha nunratiya Komîta  Navneteweyî ya Xaça Sor li Yemenê bi daxûyaniyekê daxawaz betalkirina destxwe ya  dorpêça  Yemenê kir û got: Derkirîna  ardûyê û kelûmelên  bingehîn  li deh rojên derbasbûyî hatiye rawestandin ku ji ber vê meselê ava  vexwarinê li sê bajarên  yemenê qut bûye.

Elêksander Wît her wiha diyar kir: ji ber qutbûna  avê li Yemenê ,xetera belavbûna nexweşiya  Kolêrayê heye ku gefê li canê herîkêm  yek milyon  yemeniyan dixwe.

 Niha  nêzîkî yek milyon kes li Teizê li başûrê rojavayê, Sede li bakur û Hodîde li rojava Yemenê rastî kêmasiya ava vexwarinê hatine.

 Li gorî rapora Rêxistina  Cîhanî ya tendrustiyê  heya niha  zêde ji 2200 yemenî ji ber tûşbûna  bi nexweşiya kolêrayê canê xwe ji dest adne. Her wiha  nêzîkî 870 hezar kes li Yemenê rastî vê nexweşiyê hatine.

 Erebistan bi piştgiriya Emerîkayê, Îmaratê û çend welatên din ji Adara 2015`an  êriş kiriye ser Yemenê û hevgav ev welata    ji erd û esman û deryayê dorpêç kiriye.

 Şerxwaziya Erebistanê li Yemenê bûye sedema kuştin û birîndarbûna  bi dehan hezar yemeniyan û ev welata  rastî kêmasiya  xwarek, derman  û her wiha belavbûna  nexweşiya  kolêrayê kiriye.