Mijdar 18, 2017 11:44 Asia/Tehran
  • Erebistanê sefîrê xwe ji Bêrlînê vexwend

Erebistanê vê sibê bi nîşana nerazîbûna li hemberî gotinên vê dawîyê yên Zîgmar Gabrîyêl wezîrê karên derve yê ALmanê ku ``serederîya rêjîma siûdî li hemberî Seid Herîrî serokwezîrê Libnanê neasayî`` bi nav kiribû, sefîrê xwe ji Bêrlînê vexwend.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Erebistanê (WAS), wezareta karên derve ya Erebistanê ragihand ku Rîyazê dil heye nivîsareke nerazîbûnê jî raberî sefîrê ALmanê li Erebistanê bike.

Zîgmar Gabrîyêl pêncşemê şevê li civîneke rojnamevanîyê ya hevpar digel Cibran Basîl wezîrê karên derve yê Libnanê li bajarê Bêrlînê, ``kiryarên Erebistanê li hemberî Seid Herîrî serokwezîrê Libnanê`` bi tundî dan ber rexneyan û ew neasayî zanîn.

Gabrîyêl herwiha bi gotina ku rihê macerahezîyê li nav desthilatdarên Erebistanê berfire bûye, pêgirî kir ku Ewropa li hemberî vê meseleyê bêdeng namîne.

Wezîrê karên derve yê Almanê herwiha got: Kiryarên Erebistanê li hemberî Yemen û Qeterê, niha li Libnanê giheştone asta herî jorîn.