Mijdar 18, 2017 11:10 Asia/Tehran
  • Seid Herîrî çû Fransayê

Seid Herîrî piştî mayîna nêzî 2 hefteyan li Rîyaza paytexta Erebistanê, şeva buhurî bera xwe da Fransayê.

Seid Herîrî dema derketina ji Erebistanê ber bi Fransayê ve, li Tiwîtêra xwe nivîsî: Nûçeyên têkildarî girtina wî li Erebistanê derew in.

Biryar e ku Seid Herîrî îro li qesra Êlîzê bi Êmanoêl Mekron serokomarê Fransayê re gotûbêjê bike.

Kanala nûçan a LBC ya Libnanê ragihand: Herîrî berî seredana Parîsê bi Mihemed Ibnê Selman welîehdê Erebistanê re civîyaye.

Mîşêl Ewn serokomarê Libnanê roja pêncşemê piştrast kir ku Seid Herîrî yê bi zûtirkê ji Erebistanê here Fransayê.

Serokomarê Libnanê herwiha ragihand: Em çavlirêya vegera Seid Herîrî ji Parîsê bi merema gotûbêja têkildarî çarenûsa dewleta wî ne.

Seid Herîrî di 4`ê Mijdarê de li Rîyaz paytexta Erebistanê bi awayekî biguman û ji rûyê nivîsara ku dabûn ber dêstî, wêdeçûna xwe ji posta serokwezîrtîya Libnanê ragihand.