Mijdar 18, 2017 11:04 Asia/Tehran
  • Daily Mail: Paşayê Erebistanê yê ser xêra kurê xwe ji desthilatê wêde here

Rojnama Dêylî Mîl (Daily Mail) ji zarê çavkanîyekî li binemala siûdî ragihand: Melik Selman paşayê Erebistanê dil heye hefteya bê ji desthilatê wêde here û kurê xwe wek dewsgir bide nasandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Rojnama Dêylî Mîlê nivîsî: Kiryara paşayê Erebistanê wek qonaxa herî dawîn a serdestî û kontrola desthilatê ji hêla Mihemed Ibnê Selman welîehdê 32 salî yê siûdî va ye.

Mihemd Ibnê Selman destpêka vê mehê de bi girtina zêde ji 40 şahzade û wezîrên dewletê di çarçova lêkolînên dijî gendelîyê de hewldana ji bo bidestxistina desthilatê destpê kir.

Çavkanîyekî li binemala siûdî ji rojnama Dêylî Mîl a Ingilîsê re got: Melik Selman yê tenê wek kesayetîyekî sembolîk bimîne û birêvebirina fermî ya Erebistanê dispêre kurê xwe Mihemed Ibnê Selman.

Wî çavkanîyî herwiha ragihand: Heke bûyereke taybet neqewime, Melik Selman hefteya bê yê bijartina Mihemed Ibnê Selman bo paşatîyê ragihîne û Melik Selman yê rola wek ya xatûna Ingilîsê bilîze.

Wî çavkanîyî têkildarî sîyaseta derve ya kurê Melik Selman jî got: Plana Mihemed Ibnê Selman ew e ku êgir ji Libnanê ve destpê bike, wî soz daye heke Israîl razî be, bi milyardan dolarî yê alîkarîya rasterast a darayîyê bide vê rêjîmê.