Mijdar 17, 2017 17:16 Asia/Tehran
  • Li êrîşên destdirêjkerên siûdî çend welatiyên yemenî hatin kuştin

Ji ber bombebarana malên gel li bajarê Xemerê li parêzgeha Seideyê ya bakurê Yemenê, welatiyekî sivîl hat kuştin û çar welatiyên yemenî jî birîndar bûn.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB News`ê, li pey êrîşa li ser otobûsekê ji aliyê hevpeymaniya siûdî li navçeya Xemîs Waizatê ya bajarê Zehreyê li parêzgeha Hudeydeya başûrê Yemenê şeş welatiyên asayî yên Yemenê hatin kuştin û heşt kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din va hêzên yemenî wek berteka li hemberî teqîna bombeka hûşeyî li gundê Rumadiyê li şaristana nNehemê li rojhilata Senaya paytexta Yemenê, bi mûşekeka Zilzala 1`ê, cihê kombûna hêzên kirêgirtî yên siûdî li nêzikî baregeha leşkerî ya Minareyê li bereya Nehemê kirin armanc.

Li opêrasiyona hêzên artêş  û komîteyên gelanî yên Yemenê li taxa Hîceyê ya bajarê Meslûbê li parêzgeha Cufa bakurê Yemenê jî hejmareka hêzên kirêgirtî yên siûdî hatin kuştin.

Erebistanê bi piştevaniya Amerîka, Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) û çend welatên din, ji 26`ê Adara 2015an va êrîşî ser Yemenê kir û hevdem ev welata ji hêla bejahî, deryayî û esmanî va dorpêç kiriye. Ji ber şerxwaziya Erebistanê li Yemenê bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin an birîndar bûne.