Mijdar 17, 2017 10:09 Asia/Tehran
  • Şirove - Helwêsta şaş a wezîrê karên derve yê Fransayê di bin bandora devûjeniyên Adil Cubeyr

Wezîrê karên derve yê Fransayê di bin bandora handanên Erebistana Siûdiyê, dilgiraniya xwe ji rola Komara Îslamî ya Îranê li navçeyê diyar kir û hevdem Wezîrê karên derve yê Rêjîma Siûdî, Îran bi sûcê `Destwerdana li karên navxweyî yên Libnan û Yemenê` tawanbar kir.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê, Adil Cubeyr roja Pêncşemiyê li civîna nûçevaniya hecvpar digel Wezîrê karên derve yê Fransayê, Jan Îvê Lodiriyan, li Riyazê îdia kir ku `Pêwîst e hin rê ji bo pêngavrakirina derheq Hizbullahê bên rakirin``. Wezîrê karên derve yê, Adil Cubeyr di dewama îdiayên xwe yên dijî Îranê û Hizbullaha Libnanê piştî ragihandina desdtkişandina a Seid Herîrî ji posta serokwezîrtiya Libnanê li Riyazê, îdia kir ku Îran Hizbullaha Libnanê ji bo berfirehkirina bandora xwe li navçeyê bi kar tîne. Wezîrê karên derve yê Fransayê jî îdia kir ku rola Îranê li warên cûrbicûr û destwerdanên Têhranê li qeryranên navçeyî fukaran tîne.

Îdia û fukarên her du Wezîrê karên derve yên Erebistana Siûdî û Fransayê berovajiya rastiyên niha yên li navçeya Rojavaya Asyayê ne û cûreka helahela û xalifandina raya giştî û rênîşandana şaş e. Tiştê ku zêde ji her tiştî fukaran bi xwe ra tîne, sersarî û bêdengiya welatên rojavayî ji wan Frasnayê derheq siyasetên xerabker ên Rêjîma Siûdiyê li navçeyê ye. Nêrîna yekalî li ser guhertinên naçeya Rojhilata Navînê ji wan qeyrana Yemenê, nîşana wê yekê ye ku dolarên nifta sidûî û handanên serxte yên siûdiyan, tûş û armanca  hilêxistina helwêstê ji aliyê welatên hevdengê Erebistana Siûdiyê diyar diike.

Nêrîna rastbînane li ser guhertinên herêma Rojavaya Asyayê bi başî nîşan dide ku rola kîjan welat û aliyan divê li navçeyê dilgiranker be. Franse û welatên din ku di bin bandora rêjîma şerxwaz a siûdî, helwêstin berovajiya rastiyan hilêdixin, bi durustî dizanin ku koka qeyranên cûrbicûr li herêma Rojhilata Navînê divê li siyasetên Erebistana Siûdî û Rêjîma Israîlê werin peydakirin ku roja îro hevdengê hevdu, hevpeymaniyeka şûm û kirêt li beranberî gelê herêmê ava kirine.

Kuştina her rojî ya gelê Yemenê bi taybet jin û zarokên bêguneh ên yemenî û girankirina dorpêça vî welatê belengaz û paşketî di bin siya bêdengiya cuvata navneteweyî û welatên ku îdia û angaşta Mafên Mirovan dikin yên wekî Fransayê, rastiyek e ku bi hilêxistin îdiayên sexte dê neyê guhertin. Bêguman, welatên rojavayî ku hertim çekên kujer û wêranker datînin ber destê Erebistana Siûdiyê, şirîk û hevparpê şerxwazî û cinayetên Rêjîma Siûdiyê li Yemenê ne. Dorpêçkirina giştalî ya Yemenê û bombebarana navçeyên cûrbicûr ên vî welatî bi çekên welatên rojavayî ji wan bi çekên qedexe, rewşeka diltezîn li Yemenê pêk aniye ku diklê her însanekî azade diêşîne. Li vî warî da, Serokên saziya Tendurustiya Cîhanî, Sindoqa zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) nasyar bi UNICEF`ê û Bernameya Cîhanî ya Xwarekê ya ser bi NY roja Pêncşemiyê bi ragiahndina vê yekê ku zêde ji 20 miliyon kes ji wan 11 miliyon jin û zarokên yemenî hewcedara alîkariya lezgîn in, xwestin ku dorpêçkirina însanî li Yemenê, bilez bê rakirin.

Ev rewşa qeyranî li kêleka xwareka nebaş ku gefê li canê derdora 400 hezar zarokên yemenî dixwe, rastiya niha ya navçeyê ye kui ji bo mirovahiyê fular û dilgiraniyan çêdike û têkildarî şerxwaziya Rêjîma Siûdî û piştevaniya welatên rojavayî ji wan Fransayê ji vê rêjîmê ye. Li vê çarçovê, Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî derbarlê îdiaya Wezîrê karên derve yê Fransayê li civîna nûçegihaniya hevpar digel Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê, Adil Cuber, li Riyazê got: ``Firotina çekên mirinbar ji aliyê hin welatên seranavçeyî bo welatên navçeyê ku wek mînak li şerê wêranker ê dijî Yemenê tên bikaranîn û piştgiriya wan ji Erebistana Siûdî û hevpeymanên wî welatî li navçeyê, nearam î bêewlehî li navçeyê zêde kiriye.