Hêzên yemenî êrîşî ser baregehên çekdarên siûdî li Necranê kirin
Artêş û hêêzn gelanî yên Yemenê êrîşî ser baregehên çekdarên siûdî li baregeha leşkerî ya Şebekeyê li navçeya Necranê li başûrê Erebistanê kirin ku di encamê da şer û pevçûn navbera hêzên yemenî û çekdarî siûdî derket.
Li gorî rapora IRIB News`ê, rayedarekî leşkerî yê Yemenê ragihand ku li vê êrîşê ku êvara bihurî pêk hat, hejmareka çekdarên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn.
Vî rayedarên yemenî her wiha got: ``Firokeyên şêrr ên Erebistanê zêde ji pênc caran derdora du baregehên leşkerî yên Şebeke û Şerefeyê dane ber bomban``.
Li gorî gotina vî rayedarî, Artêş û hêêzn gelanî yên Yemenê cihê kombûna çekdarên siûdî li navçeya Bewabe Sele, derbasgeha sînorî ya Xezra û baregehên leşkerî yên Zebie, Tebe Beyza û Selatehê dane ber topan û çend rokêtên Katiyoşayê jî avêtine ser navenda fermandetiya Seqamê û baregeha leşkerî ya Reclaya Necranê.
Yekîneya topxaneya artêşa Yemenê her wiha cihê kombûna çekdarên siûdî li du baregehên Neişaw û Kersê û navçeyên Tewal û Remzeyê li navçeya Cîzana başûrê rojavaya Erebistanê dane ber topan.
Rayedarekî ewlehiyê yê Yemenê jî destnîşan kir ku firokeyên şêrr ên sidûî roja Çarşemiyê 21 caran, du navçeyên Herez û Mîdiyê li parêzgeha Heceyê li bakurê rojavaya Yemenê dane ber bomban.
Erebistana Siûdiyê bi hevpeymaniya hinek ji weklatên ereb û piştgiriya Amerîkayê ji 26`ê Adara 2015`an va ji erd û esmên va Yemen daye ber êrîşên xwe.
Bi hezaran yemenî ji wan jin û zarok ji ber destdirêjiya hevpeymaniya destdirêjkerên ereb bûne gorî.