Mijdar 16, 2017 16:44 Asia/Tehran
  • Erebistanê nehêşt heft gemî herin bendergeha Hudeydeya Yemenê

Enstîtûya Bendergehên Deryaya Sor li Yemenê ragihand ku hevpeymaniya destdirêjker a siûdî piştî ragihandina rakirina dorpêça Yemenê heta niha rê li ber gihîştina heft gemiyên hilgira sotemenî û xwarekê bo bendergeha Hudeydeyê li rojavaya Yemenê girtiye.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNA`yê ji zarê kanala têlêvîziyoniya Meyadîna Libnanê, çalakên yemenî jî ragihandin ku  kêmbûna dorpêçê divê vebûna Bendergeha Hudeydeyê û vebûna firokexaneya Sennayê ji bo girtina pêşiya  karesata însanî li9 Yemenê bigire ber xwe.

Saziya Çavdêra Mafên Mirovan Sêşemiya heftiya bihurî ragihand ku îdia û angaştên Erebistana Siûdiyê derheq kêmkirina dorpêça Yemenê û rêdana bo gemiyan ji bo gihîştina bendergehên bin kontrola wan derew in û ji Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku welatê ku rê li ber gihîştina alîkariyên însdandostiyê bo Yemenê digire, boykot bike.

Nûnerê Erebistana Siûdiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Evdillah Muelimî Duşemiya heftiya bihurî îdia kiribû ku dorpêça Yemenê ji aliyê Erebistanê va di heyama 24 saetan dê were rakirin.

Erebistana Siûdiyê bi hevpeymaniya hinek ji weklatên ereb û piştgiriya Amerîkayê ji 26`ê Adara 2015`an va ji erd û esmên va Yemen daye ber êrîşên xwe.

Bi hezaran yemenî ji wan jin û zarok ji ber destdirêjiya hevpeymaniya destdirêjkerên ereb bûne gorî.